Trump ji bo serokatiya Amerîkayê careke din dibe namzed

25 tîrmeh 2026 08:56

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê careke din di hilbijartina serokatiyê ya bê de bibe namzed û got: "Ez sê caran bi ser ketim û niha ez ê dîsa wisa bikim."

Trump ji bo serokatiya Amerîkayê careke din dibe namzed

RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump li Washingtonê di şîveke ku ji aliyê Komeleya Nûçegihanên Qesra Spî (WHCA) ve hatibû organîzekirin de axivî.

Trump piştî rûniştina destpêkê ya bûyerê ya di 25ê Nîsanê de ku ji ber êrîşeke çekdarî hatibû kurtkirin îro dîsa beşdarî bernameyê bû, di dawiya axaftina xwe de careke din qala mijara namzediya xwe ya serokatiyê ya çaremîn kir.

Trump got: "Niyeta min heye ku ji bo cara çaremîn wek berbijerê serokatiya Amerîkayê derkevim pêşbaziyê. Ez ê gaveke fermî bavêjim. Bi rastî, ez bawer dikim min jixwe ew kiriye ez sê caran bi ser ketim û niha ez ê dîsa wisa bikim."

Trump dema ku niyeta xwe ya ji bo ketina nav pêşbirka serokatiyê careke din radigihand ew kumê sor ê ku di dema kampanyayên xwe de bi kar tîne ji berîka xwe derxist û danî ser serê xwe. Di ser kumê de nivîsa 'TRUMP 2028' hatibû nivîsîn.

Di destûrê de qedexe ye ku kesek 3 car bê hilbijartin

Di xala 22-an a Destûra Bingehîn a Amerîkayê de wiha dibêje: "Kes nikare ji du caran zêdetir ji bo posta Serokatiyê were hilbijartin."

Îhtîmal heye ku ev rêgez bi piştgiriya ji du-sêyan a hem Civata Nûneran û hem jî Senatoyê, an jî du-sêyan a meclîsên eyaletan were guherandin.

Di heman demê de, Trump lê zêde kir ku tê payîn Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu hefteya bê serdana Amerîkayê bike.