Trump bo Îranê: Heger careke din êrişî Qeterê were kirin em ê qada we tune bikin

19 adar 2026 08:24

Serokê Dewletên Yekbûyîn yê Amerîkayê (DYA) Donald Trump diyar kir ku heger Îran êrîşî binkeyên LNGê yên li Qeterê bike, mezintirîn qada gazê ya Parsa Başûr a Îranê dê tune bikin. Trump her wiha îdia kir ku ew ji êrîşa ku ji aliyê Îsraîlê ve li ser qadê hatiye kirin, ne agahdar bûn.

Trump bo Îranê: Heger careke din êrişî Qeterê were kirin em ê qada we tune bikin

RûpelNews - Serokê DYAyê Donald Trump ragihand ku eger Îran careke din Qeterê bike armanc, dê bersiveke tund bê dayîn.
Di daxuyaniyekê de ku bi rêya platforma medyaya civakî ya Truth Social hate weşandin, Trump êrîşên Îranê yên li ser binkeyên LNGê yên Qeterê rexne kir û diyar kir ku eger êrîşeke bi vî rengî dubare bibe, dibe ku bersiveke leşkerî ya tund li dijî qada gazê ya Pars a Başûr a li Îranê bê dayîn.

Trump got, "Eger binkeyên LNG yên Qeterê careke din bên armanckirin, DYA dikare bi hêzeke ku Îranê qet berê nedîtiye, heke pêwîst bike bêyî alîkariya Îsraîlê jî, li qada gaza Pars a Başûr bixe."

“Hayê me ji êrişa Îsraîlê nebû”

Di daxuyaniya xwe de, Trump her wiha îdia kir ku ew ji êrîşa Îsraîlê ya li ser qada gaza Pars a Başûr a li Îranê, berê nehatine agahdarkirin.
Trump destnîşan kir ku Îsraîl ji ber geşedanên li herêmê êrîşek li ser yek ji tesîsên sereke yên li wî cihî pêk aniye, û lê zêde kir ku êrîşê tenê bandor li beşek sînordar a qada gazê kiriye. Wî her wiha diyar kir ku Qeterê bi êrîşa navborî re ti pêwendiya wê nîne.
Di vê navberê de, berpirsekî Amerîkî yê ku navê wî nehat eşkerekirin îdia kir ku DYA ji plana Îsraîlê agahdar bûye lê biryar da ku rasterast beşdarî operasyonê nebe.

"Îranê bê hincet Qeter kiriye armanc"

Trump da zanîn ku Îranê bi bawerkirina ku Qeter li pişt êrîşa li ser Îsraîlê ye, nirxandineke şaş kiriye.
Trump, hedefgirtina tesîsên LNGê yên li Qeterê ji aliyê Îranê ve wekî "bê hincet û ne di cih de" bi nav kir û got ku divê rejîma Tehranê xwe ji avêtina wan gavên ku dê aloziya li herêmê zêde bikin, dûr bigire.

Girîngiya stratejîk a binkeyên gazê ya Pars a Başûr

Qada Gazê ya Pars a Başûr, ku yek ji mezintirîn qadên gaza xwezayî yên cîhanê ye, wekî rezervek enerjiyê ya hevpar a di navbera Îran û Qeterê de tê zanîn.
Ev qad di hilberîn û hinardekirina enerjiyê ya her du welatan de roleke krîtîk dilîze û bandoreke girîng li ser hevsengiya enerjiyê ya herêmê dike.