Trump: “Ez ê berya hilbijartinan serweta xwe beyan bikim”
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald trump ragihand ku dê berya hilbijartinên 2020an wê serweta xwe beyan bike. Trump di ser hesabê xwe de vê ragihandinê kir ku partiya demokrat bo vê mijarê di ser medyayê de gelek zorê dide Trumpî. Trump got ku di mijara lêpirsîna Rûsyayê de dozgerê taybet Robert Mueller li temamê belgeyên wî nihêriye û nikare di eleyhiya wî de tiştekî bêje. Trump weha got:
“Ev nêçîra pîrhevokan niha bi lêkolîna dozgerên Demokratan, temamê peymanên min yên darayî di ber çav de derbas dikin û niha jî dewam dike.”
Trump got ku doza li New Yorkê ne rewa ye û li dijî qanûne. Trump weha got:
“ Lê ez paqijim û ez ê beyana xwe ya 2020an berya hilbijartinan bidim. Ev biryara min e. Tişta ku dê bibînin, ez ji texmîna wan bêhtir dewlemend im.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin