Gelo Trump xwestiye ku hilbijartinan bipasde bixin!

06 tebax 2018 22:40
Gelo Trump xwestiye ku hilbijartinan bipasde bixin!

PeyamaKurd- Ji rêvebirên YNK ê Azad Tofîq ragihandiye ku Brett MCGurk ê ku temsîlkarê Trumpe û ji têkoşîna li dijî DEAŞê berpirse, li Hewlêrê bi serok Mesûd Barzanî re hatiye cem hev û weka Amerîka xwestine ku hilbijartinên di 30 yê êlûnê de bên kirin paşde bixin.

Tofîq ragihand ku Amerîka ragihandiye; weke prensîb dixwazin hilbijartin çêbibin lê halê Iraqê yê heyî ku didin ber çav, dixwazin di demeka dinê de bê kirin. Qubad Talabanî jî weha ragihand: “Herkes dixwaze hilbijartin bipaşde bê xistin lê ew cesaret bi wan re tine ye kû bêjin.”

Partiya îslamî Yekgirtû jî bi rêya endamê konseya xwe, bi rêya Ebubekir Heledanî ragihand ku di derveyê YNKê de ti kes aşkera bipaşdexistina hilbijartinê bi zimanekî zelal nabêje.

Heledanî got ku di nava YNKê de, ji ber arîşe hene û di encamê de wê encameka xerab bi dest bixe, dixwaze hilbijartin bipaşde bên xistin.