Trump di hilbijartina 2024an de namzedê serokatiya Amerîkaye

05 gulan 2021 00:09
Trump di hilbijartina 2024an de namzedê serokatiya Amerîkaye

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump li ser pirsa ku dê di hilbijartina sala 2024 an de bibe namzed an na de got:

“Ez niha gelek bi heyecanim. Ez ê di wexteka rast de di mijarê de ragihandinê bikim. Niha hêj zûye. Lê bawer dikim wexta ez ragihandinê bikim, dê xelk gelek bextewer bibe. Eger ez niha dest bi kampanya hilbijartinê bikim, dê maliyeta wê zêde giran be.”

Trump bo bernama Candace Owensê olana xwe ya bo hilbijartina 2024 an ragihand.