Trump bi Modî re li ser mijara Kesmîrê axifî

20 tebax 2019 00:39
Trump bi Modî re li ser mijara Kesmîrê axifî

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump bi rêya telefonê bi serokwezîrê Hindistanê bi Narendra Modî re li ser mijara Keşmîrê axifî û peyama kêmkirina arîşeya navbera Hindistan û Pakistanê dayê û xwest di herêmê de aştî dewam bike.

Di navbera her dû dewletan de; Hindistan û Pakistanê de li ser herêma Keşmîrê pirsgirêka rakirina otonomiya Keşmîrê ji aliyê Meclisa Eyaletan ya Hindistanê de dewam dike.

Her dû serok bo xurtkirina têkiliyên aborî û di pêş de bo hevdîtina rû bi rû hemfikir man.