‘Tista ku sed sal berê bi ermenan hat kirin niha li kurdan tê kirin’
PeyamaKurd – Parlamentarê HDPê yê Stenbolê ku bi xwe jî ermen e Garo Paylan, di daxuyaniya salvegera 104 saliya ‘Qira Ermenan’ de got, ‘Tişta kus ed sal berê bi ermenan hatiye kirin niha bi kurdan tê kirin.”
Çalakvanan xwest ji bo bîranînê li Qada Sultanahmet a Stenbolê bicivin, lê polîsan nehişt û vegeriyan li avahiya Komeleya Mafên Mirovan a Taksîmê (IHD) daxuyaniya çapemeniyê dan.
Paylan di çalakîya bîranîna ‘24ê Nîsanê Qira Ermenan’ de li Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê (IHD) de ku parlamentarên frensî, portekîzî û rêveberên IHDê beşdarî kirin de axaftinek kir.
Garo Paylan ‘Qira Ermenan’ a 104 sal berê ji aliyê deshilatdariya wê demê ya Tirkiyê ve hatibû kirin, bi tundî şermezar kir û got, “Niha qira ku li ermenan hatiye kirin, li kurdan tê kirin. Em ji vê re bêdeng namînin. Pêwîste gelên Tirkiyê jî li dijî vê derkevin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin