Rûsya: Hûn di wêrankirina Iraqê de besdar bûn, niha jî kerem kin penaberên Iraqî werbigrin

09 mijdar 2021 17:58
Rûsya: Hûn di wêrankirina Iraqê de besdar bûn, niha jî kerem kin penaberên Iraqî werbigrin

PeyamaKurd – Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, bersiva rexneyên Polandayê da û da zanîn: “Hûn di wêrankirina Iraqê de beşdar bûn, niha jî kerem kin penaberên Iraqî werbigrin.”

Mariya Zaxarova bi rêya Telegramê bersiv da Polandayê û diyar kir: “Du hezar serbazên Polandî di çarçoveya Hevpeymanan de ligel Amerîkayê ji bo 'demokrasiyê' çûn Iraqê.”

Zaxarova eşkere kiriye: “Ew kesên iraqî bi xewn jî nefikirîne ku rojek weke penaber biçin Polandayê, beriya ku pêla demokrasiyê berê xwe bide wan, ew li ser axa xwe dijiyan, gelo niha Polanda amade dibe ku herî kêm bi qasî hejmara serbazên beşdarî şerê bûne, penaber werbigre?”

Serokê Polandayê Andrzej Duda, do daxwaz kir ku demildest civînek were lidarxistin ji bo gotûbêjkirina rewşa deverên sînorî yên Polanda û Belarusê.