Soylu: Kurdan berê 10-15 zarok çêdikirin, niha daketiya 5-6 zarokan!

21 tebax 2019 20:04
Soylu: Kurdan berê 10-15 zarok çêdikirin, niha daketiya 5-6 zarokan!

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di bernameyeke televizyonê de, li ser mijara destdanîna ser şaredariyên bajarên kurdan û çend mijarên din daxuyanî dan.

Soylu biryara tayînkirina qeyûman bo bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê parast û got, ‘biryar ne siyasî ye, biryareke îdarî ya di çarçoveya hiqûqê de ye.”

Wezîrê tirk li ser pirseke derbarê metirsiya zêdebûna zarokên penaberên Sûrî û bi guhertina demografyaya Tirkiyê re derketina aloziyan jî wiha axivî:

“Ev hemû spekulasyon in. Spekulasyonên bo tirsandinê ne, ne însanî ye jî. Ji sedî pênciyê me koçber in. Berî niha dema hatin (bajarên mezin) Karadeniziyan 10-11 zarok çêdikirin, niha 2yan tînin. Kurdan 10-15 zarok dianîn niha daketine 5-6an. Sibero dê bi jiyana bajarvaniyê re ew jî dakevin 2-3 zarokan.”