4 zarokên di balafira 40 roj berê ketibû de, bi saxî hatin dîtin
11 hezîran 2023 16:23
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 4 zarokên di balafira li Kolombiyayê ketibû de, piştî 40 rojan bi saxî hatin dîtin.
1ê Gulanê balafireke piçûk ku 7 kes tê de hebûn li Kolombiyayê winda bûbû û enqaza balafirê jî 17ê Gulanê hatibû dîtin, lê ew zarokên di balafirê de nehatibûn dîtin.
Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku 4 zarokên di wê balafira ketiye de bûn, piştî 40 rojan bi awayekî mucîzeyî bi saxî hatine dîtin.
Hat ragihandin ku her çar zarok di nav daristanê de, ji aliyê leşkeran ve hatine dîtin ku ji ber birçîmanê tenduristiya wan hinekî nebaş e.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rewsa 20 rêwiyên balafira ku ketibû turbulansê giran e
22 gln 2024
Jiyan
Afganistan: "Me xwe gihand 2 cesedên balafira Rûsyayê ya ku ketibû"
23 rbn 2024
Cîhan
Serokwezîr Barzanî sersaxî da serokomarê berê yê Iraqê
11 tbx 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin