Rapora li ser balafira Tirk a li Gurcistanê ketibû eşkere bû

03 nîsan 2026 12:33

Rapora krîmînalî ya ku der barê li ser firokeya barhilgir a leşkerî ya Tirkiyeyê C-130 a ku li ser sînorê Gurcistan-Azerbaycanê ketibû, hat temamkirin. Di raporê de hat ragihandin li ser firokeyê ti delîlên destwerdana ji derve an teqemenî nehatin dîtin.

Rapora li ser balafira Tirk a li Gurcistanê ketibû eşkere bû

RûpelNews - Balafireke barkêş a leşkerî ya Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê, ku ji Azerbaycanê rabûbû û ber bi Tirkiyeyê ve diçû, di 11ê Mijdarê de li nêzî sînorê Azerbaycan-Gurcistanê ketibû. Di qezayê de 20 leşker jiyana xwe ji dest dabûn.

Di dîmenên vîdyoyê de ku tê îdiakirin kêliya qezayê nîşan didin, balafir berî ku bikeve, bi awayekî spîralî ber bi jêr ve diçû û li pey xwe şopeke dûmana spî dihîşt.

Di rapora li ser bûyerê hat amadekirin hat temamkirin. Li gor raporê, tu destwerdaneke ji derve û teqemeniyek li nêzî balafirê ku bê teqandin nehatiye tespîtkrin. Her wiha maddeyeke kîmyewî ku bibe sedama şewatekê jî nehatiye dîtin.

Der barê sedama qezayê de lêpirsîn hêj dewam dike.