Berê hatibû qedexekirin: Koma Amed li Stenbolê dê konser bide
Gruba navdar a huner û muzîka kurdî Koma Amed li Stenbolê li qada Harbiyeyê dê konser bide.
|
Türkçe
RûpelNews - Bernameya Îlonê ya li navenda Harbiye Cemil Topuzlu ya Şaredariya Mezin a Stenbolê hat diyar kirin.
Di bernameya li Harbiyeyê de ku dê hunermend û komên ji cureyên cuda yên muzîkê cîh bigirin, gruba kurdî Koma Amed jî di bernameyê de cîh digire.
Dîroka konsera Koma Amed a li Harbiye wek 30ê Îlonê hat ragihandin.
Sala par Koma Amed li navçeya Kuçukçekmeceya Stenbolê plana konserê ragihandibû û bilêtên konserê jî hatibûn firotin lê nêzîkî destpêka konserê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê konsera Koma Amed qedexe kiribû.
