Tirkiyeyê seferên ber bi Tel Avîvê ve betal kir
PeyamaKurd – THY, di daxuyaniya xwe ya li ser malpera xwe ya fermî de ragihand, ji ber êrîşên Hamasê yên li dijî Îsraîlê, mafên zêde yên wek betalkirin û taloqkirina seferên Tel Avîvê yên zêde hatin dayîn.
Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) derbarê seferên xwe yên ji bo Tel Avîvê yên ji ber êrîşên ku baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn Qassam li dijî Îsraîlê di bin navê "Tofana Eqsayê" da destpêkirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniya li ser malpera fermî ya THYyê da hat destnîşankirin, ji ber bûyerên ku bandorê li seferên Tel Avîvê dikin, ji bo bilêtên ku beriya niha û di nav da ji bo hemû seferên THY û AnadoluJet Tel Avîvê yên di navbera 7-9ê cotmehê da (di nav da) da mafên zêde hatin dayîn.
"Şîrketên sereke yên balafiran jî seferên xwe betal kirin"
American Airlines, Air France, Lufthansa, Emirates û Ryanair di nav wan de ne ku seferên balafirgeha Ben Gurion a Tel Avivê betal kirine.
Lê belê seferên balafirgeha duyemîn a navneteweyî ya Îsraîlê li Eilatê ku yek ji cihên geştiyariyê yên li ser Deryaya Sor e, heta niha nehatine rawestandin.
Li gorî nûçeya AFPê, şîrketa hewayî ya ala Îsraîlê El Al jî ragihand ku tevî betalkirina hin seferên ku ji aliyê hevkarên biyanî ve tên kirin, heta niha seferên xwe yên ber bi Telavîvê didomînin.
El Al got, balafirên wê "li gorî talîmatên hêzên ewlekarî yên Israîlî" tevdigerin û ku hemî firîn aniha tenê ji Termînala Sê ya Ben Gurion kar dikin.
Balafirên din ên ku seferên xwe rawestandiye ev in Aegean, Swiss, Austrian Airlines, Wizz Air û Air Canada.
Ji aliyê din ve Wezareta Derve ya Yûnanistanê ragihand, hewl tê dayîn 149 geştyarên Yûnanî yên li Îsraîlê bên vegerandin û 81 ji wan wê îro bi balafira El Al vegerin welatê xwe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin