Bi sedema mijê seferên bajarê Qersê betal kirin
07 berfanbar 2024 23:20
PeyamaKurd – Mija zêde li bajarê Qersê bû sedema ku gelek seferên ji bo Qersê û seferên ku ji Qersê bo ciyên din dê bihatina kirin belat kirin.
Mija ku ji do de destpêkiriye îro jî dewam dike. Bi sedema mijê, seferên ku wê ji Ankara balafirgeha Esenboğayê û ji balafirgeha Îstenbolê bo bajarê Qersê bihatina kirin, tev hatin betalkirin.
Hem balafirên rêwiyan yên ku wê ji balafirgeha Sabiha Gökçen ya Îstenbolê û balafirgeha Adnan Menderes ya Îzmîrê biçûna bajarê Qersê, bi sedema mija zêde nikaribûn xwe deynin balafirgeha Qersê û rayedar berê her 2 balafiran dane balafirgeha bajarê Trabzonê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Azerbeycanê seferên berev 7 bajarên Rûsyayê rawestand
27 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin