Tirkiye û Iraq li dû alternatîfa Deriyê Xabûrê ne
PeyamaKurd - Serokê Heyeta Deriyên Sînor ya Iraqê Kazim El Eqabî, ragihand ku digel Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz û heyeta pê re hevdîtineke ji çapemeniyê re girtî kirine.
Serokê Heyeta Deriyên Sînorî a Iraqê Kazim El Eqabî, daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand ku digel Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Fatih Yildiz û heyeta pê re hevdîtineke ji çapemeniyê re girtî kirine. Eqabî destnîşan kir ku di hevdîtinê de li ser "Deriyê Sînorî Ovakoyê" jî nirxandin hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku wê heyet ji meha îlonê pê ve dest bi xebatên fizibiliyetê bikin.
Deriyê ku tê xwestin bê vekirin û yekser di Telafer û Mûsilê re bigihê başûrê Iraqê 12 kîlometre li rojavayê Xabûrê dikeve.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin