Iraq – Tirkiye | ‘Petrola Kurdistanê alternatîfa petrola Îranê ye’

03 gulan 2019 19:21
Iraq – Tirkiye | ‘Petrola Kurdistanê alternatîfa petrola Îranê ye’

PeyamaKurd – Navenda Stratejî ya Iraqê derbarê petrola Kurdistanê û Tirkiyê de raporek amade kir.

Li gorî rapora navendê piştî biryara Amerîkayê ya bidawîbûna bexşîna Tirkiyê bo kirîna petrola Îranê, Tirkiye ketiye pey alternatîfan û di rewşa heyî de jî alternatîfa herî baş petrola Herêma Kurdistanê ye.

Di rapora bi navê ‘Alternatîfa petrola Îranê bo Tirkiyê, petrola Kurdistanê’ de hat destnîşankirin, Tirkiye ji ber dûriya cografyayê petrola Rûsyayê zehmete bistîne ku hem dûrbûn hem jî maliyet zêde dibe.

Di berdewamê de tê gotin, “Ji ber van sedeman di şert û mercên heyî de, ji bo Tirkiyê alternatîfa herî baş petrola Kurdistanê û Kerkûkê ye.”