Tirkiye | Sînorê hejariyê bû 10 hezar û 939 lîreyê Tirkî
07 sibat 2022 21:01
PeyamaKurd - Sendîkaya Karmendên Dewletê (Memur-Sen) lêkolîna xwe ya derbarê rêjeya birçîbûn û hejariyê de ya meha Çileyê 2022yan belav kir.
Sedîkaya Memur-Sen ku nêzîkî hikûmeta niha ya Tirkiyê ye, di encama lêkolîna xwe de eşkere kir ku li Tirkiyê ji bo malbateke 4 kesî sînorê birçîbûnê bi nirxê lîreyê Tirkî bûye 3 hezar û 809 lîre.
Herwiha heman sendîkayê sînorê hejariyê jî eşkere kir û diyar kir ku ew jî bûye 10 hezar û 939 lîreyê Tirkî.
Li gorî rêjeya hatiye eşkerekirin, sînorê birçîbûnê pir nêzîkî mûçeyê asgarî yê 4 hezar û 253 lîre bûye ku Sendîkaya Turk-Işê jî hefteya borî sînorê birçîbûnê wekî 4 hezar û 250 lîre eşkere kiribû.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Kurdistan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê bû 6 hezar û 391 lîreyê tirkî
29 hzr 2022
Kurdistan
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê bû 14 hezar û 431 lîre
31 brf 2023
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin