Tirkiye 2 hezar û 763 xalên xwe yên ewlekariyê rakirin
Piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo agirbestê û vekişîna PKK ji sînorê Tirkiyeyê, hejmara leşkerên Tirk li ser sînoran hatin kêmkirin. Ligel vê, bi giştî 2 hezar 763 xalên kontrolê yên ewlekarî yên Tirkan li parêzgeh û navçeyên sînorî yên bi Îran, Iraq û Sûriyeyê re hatin rakirin.
RûpelNews - Di çarçoveya pêvajoya aştiyê de li Tirkiyeyê hejmara personelan li baregehên leşkerî yên ser sînor hatin kêmkirin. Tîmên ewlehiyê û xalên kontrolê yên girêdayî van baregehan jî bi temamî hatin rakirin.
Hejmara personelên leşkerî li ser sînor hatin kêmkirin
Ligel banga çekberdan û fesihkirina PKK ya ku ji hêla Abdullah Ocalan hat dayîn, çekdarên PKK xwe ji ser sînorên Tirkiyeyê paş de kişandin û gelek xalên xwe terikadin. Piştî vê rûdanê artêşa Tirkiyeyê jî hejmara leşkerên xwe yên li nêzîkî ser sînoran li Colemêrgê, li Şirnexê, û li Wanê hatine bicihkirin kêm kirin.
2 hezar û 763 cihên kontrol û lêgerînê hatine rakirin
Hin ji baregehên leşkerî ku wekî 'kalekol' têne zanîn yên ku ji blokên betonê hatine çêkirin û hin ji xalên kontrolê û xalên serdanê, jî hatine rakirin. Bi giştî 2 hezar û 763 xalên lêgerîn û kontrolê ku ji van 2 hezar û 560 ji aliyê polîsan û 203 ji aliyê Fermandariya Giştî ya Jendirmeyê ve tên birêvebirin bi temamî ji rêyên wesayîtan û rêçikên peyayan ên ber bi herêmên gundewarî ve, bi taybetî li parêzgeh û navçeyên sînorî yên bi Îran, Iraq û Sûriyê re, hatine rakirin.
