Tirkiye pêşbinî dike ku enflasyon dawiya salê zêdetir bibe

14 gulan 2026 12:22

Banka Navendî ya Tirkiyeyê rapora xwe ya duyemîn a enflasyonê ya ji bo sala 2026an weşand. Bankayê pêşbîniya xwe ya enflasyonê ya ji bo sala 2026an ber bi jor ve guherand. 

Tirkiye pêşbinî dike ku enflasyon dawiya salê zêdetir bibe

RûpelNews - Serokê Banka Navendî ya Tirkiyeyê Fatih Karahan rapora duyemîn a enflasyonê ya salê ragihand.

Banka Navendî pêşbînî dike ku enflasyon di sala 2026an de dê bigihîje ji sedî 26 û di sala 2027an de ji sedî 15an.

Armanca demkî ya ji bo sala 2026an ji sedî 16an bo sedî 24an hatiye bilindkirin.

Di rapora xwe ya yekem a enflasyonê ya salê de banakyê armanca enflasyonê ya demkî ya 2026'an li ser rêjeya ji sedî 16 ku ji pêşbîniyên bazarê gelek kêmtir bû hiştibû, di heman demê de pêşbîniyên xwe bi zêdebûneke sînordar ji rêjeya ji sedî 15-21an re nû kiribû.

Karahan da zanîn ku ragihandina rêjeya pêşbîniyê ya ji bo dawiya sala 2026'an hatiye rawestandin.

Pêşbîniya Banka Navendî ya ji bo enflasyona xwarinê di dawiya 2026an de ji %19 derket %16.3. Pêşbîniya ji bo enflasyona xwarinê di sala 2027an de ji %11 derket %19.

Pêşbîniya Banka Navendî ya ji bo bihayê navînî yê petrolê di sala 2026an de ji 60.9 dolarî derket 89.4 dolarî.