Li Tirkiyeyê civînên bo yasaya proseya aştî dest pê dike

21 tîrmeh 2026 12:28

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş dê îro bi serokên partiyên siyasî re bicive. Di civînê de yasaya di çarçoveya proseya aştiyê de tên amadekirin dê bên gotûbêjkirin.

Li Tirkiyeyê civînên bo yasaya proseya aştî dest pê dike

RûpelNews - Li Tirkiyeyê hevdîtin û pêwendiyên siyasî yên li ser pêvajoya aştiyê her diçe leztir dibe. Serdana Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bo Îmraliyê ku di eslê xwe de ji bo Pêncşemê hatibû plankirin, sê rojan zûtir hat kirin. Ligel vê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî îro ligel serkideyên siyasî kom dibe.

Kurtulmuş îro bi Serokê MHPê Devlet Bahçeli, Hevserokên Partiya DEMê Tulay Hatimoğulları û Tuncer Bakirhan; Serokê Koma Partiya Rêya Nû Mehmet Emin Ekmen, û Kemal Kılıçdaroglu yê ku bi biryara dadgehê wek Serokê CHPê hat tayînkirin dê bicive.

Di civînan de yasaya tê payîn di çarçoveya pêvajoya aştiyê de tên  amadekirin wê werin gotûbêjkirin.