Tirkiye: Li Girê Spî leskerekî me hat kustin, yek jî birîndar bû
PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) ragihand ku 20ê Cotmehê ango îro li bajarê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin û yek jî birîndar bûye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê li ser twitterê ragihand ku şervanên HSDê bi çekên dijî tank û çekên sivik, teqe li yekeyeke wan a leşkerî kiriye ku li Girê Spî erka çavdêriyê dikir.
Herwiha HSDê jî doh bi daxuyaniyê ragihandibû ku artêşa Tirkiye û komên çekdarên girêdayî wan agirbestê binpê dikin û êrîşên xwe berdewam dikin. HSDê piştî agirbestê jî dabû xuyakirin ku ew dê li hemberî êrîşan jî parastina rewa bikin.
Rêveberiya Xweser a Rojava jî di daxuyaniyeke fermî de diyar kir ku piştî ragihandina agirbesta şer û heta niha, 17 kesên sivîl şehîd bûne û 24 kes jî birîndar bûne û hîn jî êrîşên Tirkiyê berdewam in.
Dîsa li gorî çavkaniyên xwecihî ji bajarokê Zergan balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê, bajarokê Zergan yê ku dikeve navbera Serê Kaniyê û Dirbêsiyê, li Cizîra Rojavayê Kurdistanê, bombaran kirin.
Li gorî agirbesta 17ê Cotmehê hatiye ragihandin û HSDê jî qebûl kiriye, divê di nav 120 saetan de HSD/YPG hêzên xwe ji deverên ku Amerîka-Tirkiye wekî herêma ewle nîşan kirine vekişe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin