Tirkiye: Di hêrisa PKKê de leskerekî can da 4 jî birîndar bûn

19 adar 2024 23:59
Tirkiye: Di hêrisa PKKê de leskerekî can da 4 jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Herêma Kurdistanê, di pevçûna navbera hêzên artêşa wan û hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê, gerîlayên PKKê li hemberî hêzên wan çalakiyekê pêk anîne.

Di çalakiya şervanên PKKê de leşkerekî wan hatiye kuştin û 4 leşker jî birîndar bûne.

Wezaretê herwiha angaşt ku 6 şervanên PKKê jî canê xwe ji dest daye.

Heta niha PKKê di derbarê mijarê de ti daxuyanî nedaye.