Tirkiye: Leskerekî me li nav axa Herêma Kurdistanê hat kustin
22 tîrmeh 2023 19:09
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê diyar kir, li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a di nav axa Herêma Kurdistanê de leşkerekî wan miriye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê, do li navçeya “Operasyona Pençe-Kilîd” a li nav axa Herêma Kurdistanê leşkerê wan yê bi navê Enes Kirmizikoç di encama lêketina baskê helîkopterê de bi giranî birîndar bûye.
Wezaretê eşkere kir, Kirmizikoç rakirine nexweşxaneyê lê li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan miriye.
Artêşa Tirkiyê roja 17ê Nîsana 2022an li navçeyên Zap, Avaşîn û Metîna yên di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta PKKê dest bi operasyona bi navê Pençe-Kilîd kiriye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Li Herêma Kurdistanê leskerekî Tirkiyeyê hate kustin
07 tbx 2024
Cîhan
MSBê kustina leskerekî din li Herêma Kurdistanê ragihand
27 tbx 2023
Jiyan
Tirkiyê kustina 5 leskerên xwe li Herêma Kurdistanê ragihand
24 gln 2022
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin