Idlib | Leskerekî Sûrî hat kustin û hejmarek jî birîndar bûn
26 berfanbar 2020 00:07
PeyamaKurd – Di encama rû dana şerê navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de, li Idlibê leşkerekî sûrî hat kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.
Li gorî ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) doh 24ê Kanûnê li eniyên şer li gundê El-Birêc li gundewarên başûrê Idlibê, leşkerekî rejîmê hat kuştin.
Herwiha di encama şerê di navbera çekdaran û hêzên rejîmê yê li eniya El-Dar El-Kebîra ya başûrê Idlibê de jî hejmarek leşkerên hêzên Sûriyê birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê, di nav 24 seatên dawî de, çekdaran bi qasî 38 êrîş li herêma bêçek kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Li Idlibê leskerekî Tirkiyê hat kustin
14 rbn 2023
Jiyan
Idlib | Di êrîsa komên çekdar de 15 leskerên Sûrî hatin kustin
23 brf 2022
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin