Tirkiye: "Di 15 kesên ji Îngîltere hatin vîrusa mutasyonê kiriye derket"

02 rêbendan 2021 02:44
Tirkiye: "Di 15 kesên ji Îngîltere hatin vîrusa mutasyonê kiriye derket"

PeyamaKurd – Wezîrê tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku di 15 kesên ji Îngîltere çûne Tirkiyê, di wan de vîrusa ku mûtsyon bûye an ku guheriye derketiye. Vîrusa mutasyon derbas kiriye ji ya normal %70 bileztir belav dibe û niha derbasî axa Tirkiyê bû.

Li ser mijarê wezîrê tenduristiyê Fahrettin Koca ragihand ku piştî di 15 kesan de tesbît bû, çûnûhata Brîtanyayê bi temamî dan rawestandin û weha got:

“Ji Îngîltereyê bo Tirkiyê bi temamî çûnûhat hatiye rawestandin. Kesên vîrusa wan mutasyon derbas kiriye, der û dora wan, me bi temamî xistiye karantînayê.”