Li Tirkiye 23 kesên din ji vîrusa korona can dan

29 adar 2020 23:27
Li Tirkiye 23 kesên din ji vîrusa korona can dan

PeyamaKurd – Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca amarên 24 saetên dawî yên nexweşên Covid-19 eşkere kirin.

Li gorî amarên hatine eşkerekirin, li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi tevahî 23 kesên din ji vîrusa korona can dane û hejmara miriyan gihîştiye 131 kesan.

Herwiha hejmara kesên tûşbûyên vîrusê jî bûye 9 hezar û 217 kes ku tenê îro encamên ji testên 9 hezar û 982 kesan 1,815 kes pozîtîv derketine.

Li aliyê din piştî 14 rojên qerentîneyê dihat çaverêkirin ku kesên ji Umrê vegeriyane bişînin malên wan, lê ji ber ku di hinekan de encamên testan pozîtîv derketiye kesên ji Umrê vegeriyane ji qerentîneyê nehatine derxistin.