Tirk Tirkmenan li dijî Kurdên Rojava amade dikin

18 mijdar 2018 02:37
Tirk Tirkmenan li dijî Kurdên Rojava amade dikin

PeyamaKurd - Artêşa Tirk, Tirkmenên Sûriyê di bin navê Yekîneya Hemze de li dijî Kurdên Rojava ji bo şer perwerde dikin.

Koma ku kêmzêde 6 hezar û 500 şervanên wê heye di halê hazirî da ji bo operasyoneke eskerî ya dibe ku Tirkiye li rojhilatê Çemê Feratê bike amadehiyan dike.

Seyf Ebû Bekirê ji fermandarên koma ku li Ezaza di kontrola mixalifan da ye got, "Nika ji bo operasyoneke eskerî ya dibe ku rojhilatê Çemê Feratê li dijî endamên PYD were kirin amadehî tên kirin, em perwerdeyê didin eskerên xwe."
Ebû Bekir axaftina xwe wiha domand: "Pirsgirêka me bi birayên me yên Kurd ên li wê derê dijîn ra tune. Em ê wan ji zilma terorê xilas bikin. Em bi hemû hêza xwe ji bo rojhilatê Çemê Feratê amadehiyan dikin. Hedefa me ew e ku welatiyên xwe yên li rojhilatê Feratê ji terorê xilas bikin."