Ji Rojava, li dijî Tirkiyeyê êrîsa mosekî hat kirin!
21 mijdar 2022 01:01
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji ajansa fermî ya Tirkiyeyê hatin ragihandin, ji aliyê Rojava ve êrîşeke moşekî li dijî sînorê Tirkiyeyê çêbûye û hat diyarkirin ku di encama vê êrîşê de birîndar çêbûne.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku li dijî Deriyê Sînor ê Oncupinarê yê li Kilîsê, êrîşa moşekî çêbûye û li gorî agahiyên destpêkê, di encama êrîşê de 2 leşker û 6 polîs birîndar bûne.
Li gorî çapemeniya Tirkiyeyê, êrîş ji hêla Rojava ve ji aliyê hêzên YPGê ve hatiye havêtin. Hat ragihandin ku ji bo cihê êrîşê, gelek ambulans û hêzên ewlehiyê hatine veguhestin.
Heta niha di derbarê ragirtina bûyerê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Ukrayna: Rusyayê, li dijî Mikolayivê êrîsa mosekî kir!
27 nsn 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin