Rojava: Li dijî dewriyeya Rûsya û Tirkiyeyê xwepêsandan

29 tebax 2024 18:42
Rojava: Li dijî dewriyeya Rûsya û Tirkiyeyê xwepêsandan

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Rojavayê Kurdistanê, li dijî zirîpoşên Rûsya û Tirkiyeyê yên di dewriyeya hevbeş de çalakiyek pêk hatiye.

Jêderên ji Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku çalakvanan hewl dane rê li ber dewriyeya Rûs û Tirk bigirin.

Îro danê sibê hêzên Rûsyayê li derdora gundê Dêrna Axa yê bajarokê Çilaxa ya herêma Cezîrê, bi hêzeke artêşa Tirkiyeyê re dewriyeyeke hevbeş pêk anîn.

Di vê kêliyê de girseyekê bi astengkirina zirîpoşan hewl dan ku dewriyeyê asteng bikin. Li ser vê yekê hêzên Rûsî bi gule û bombeyên gazê avêtin ser xwepêşanderan û helêkopterekê jî ji hewayê gule li xwepêşanderan reşandin.

Xwepêşandana bi navê Evîn Îsa ya ku ji ber panzêra rûsî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Tevî êrîşan jî gel destûr neda ku dewriyeya artêşa Tirk derbasî herêmê bibe.

Rêveberê Peywendiyên Giştî yê Tevgera Pêla Nû Fadî Mer jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, hêzên Rûsyayê bûne sedema birîndarbûna welatiya bi navê Evîn Îsa.

Rûsya û Tirkiye ji Cotmeha 2019’an ve dewriyeyên hevpar li herêmên Rojava dimeşînin.