Rojava | Yekemîn dewriyeya salê ji Rûsya û Tirkiyeyê
03 rêbendan 2023 16:07
PeyamaKurd – Hêzên Rûsya û Tirkiyê li bejahiya bajarê Kobanî dewriyeyên leşkerî yên hevbeş pêk anîn.
Dewriyeya hevbeş ku ji 8 otombîlên leşkerî yên Rûsî û Tirkiyê pêk tê, ji gundê Amşa yê gundewarên Kobanî, ligel 2 helîkopterên Rûsî li ser wê deverê rabûn.
Dewriye ji çend gundan geriya û gihişte gundê Zor Maghar ê ser bi bajarê Cerablûsê.
Dewriyeya navborî wek yekem dewriyeya hevbeş a ku di sala 2023an de ji aliyê hêzên Rûs û Tirkiyê ve hatiye kirin, hatiye tomarkirin.
Ji aliyê din ve, SOHRdiyar kir, di 29ê Kanûnê de hêzên Rûsyayê mayîneke ku li ser rêya dewriyeya hevpar a Rûsya û Tirkiyeyê derbas dibû îmha kirine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Rojava: Li dijî dewriyeya Rûsya û Tirkiyeyê xwepêsandan
29 tbx 2024
Jiyan
Rûsya, ji serê salê û pê de wê gazê nede Moldovayê
28 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin