Rojava | Tirkiye dewriyeya hevbes a bi Rûsyayê re cara duyem e îptal dike

19 tebax 2022 15:32
Rojava | Tirkiye dewriyeya hevbes a bi Rûsyayê re cara duyem e îptal dike

PeyamaKurd – Tirkiye dema dawî dewriyeya hevbeş a bi Rûsyayê re cara duyem e îptal dike.

Hat ragihandin ku artêşa Tirkiyê du hefte ne li ser hev dewriyeya xwe ya bi Rûsyayê li Rojava îptal dike.

Li gor çavkaniyên xwecihî diyar kirin, dihat plankirin li çolwara Hesekê îro dewriyeya hevbeş a Tirkiye û Rûsyayê bê kirin.

Rewangeha Mafên Mirova ya Sûriyê (SOHR) bi daxuyaniyekê eşkere kir, Tirkiye di derbarê îptalkirina dewriyeya hevbeş de Rûsya agahdar kiriye.