Tirkiye êrîsên li dijî Rojava ranawestîne

15 rêbendan 2024 05:38
Tirkiye êrîsên li dijî Rojava ranawestîne

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyeyê îro jî li dijî bajarên Rojavayê Kurdistanê gellek êrîşên hewayî pêk anî. MİTa Tirkiyeyê ragihand ku li 23 xal û li Garê û Metîna jî hin xalên lojîstîk bûne armanca frokeyên wan

Hate ragihandin ku di êrîşên li Qamişlo, Amûdê û Tirbespiyê yên Rojavayê Kurdistanê ji dehan zedetir êrîşên hewayî pêk aniye.

Li Qamişloyê îstgeheleke elektirîkê, embarek genim, avahiyek li nêzî gundê Elî Faro û kargeheke şêranîyê hatine armanckirin.

Her wiha li gundewarê başûrî Qamişloyê jî kargeheke qermîtan û dibistaneke ajotinê bûne armancên frokeyên artêşa tirk.

Jêderên herêmî dan zanîn ku îstgeheke elektrîkê ya li Amûdê, aşeke genim a gundê Kutê dû ji wan êrîşan in. Hate ragihandin ku di van êrîşan de 2 karker birîndar bûne.

Her wiha frokeyên Tirkiyeyê li navçeya Tirpespîyê jî zevîyê Uda yê neftê û li gundê Xizne jî rêbenda kontrolê kirin armac.

Demjimêrên sibehê jî artêşa Tirkiyeyê li Dirbêsîyê, Serê Kaniyê û Kobaniyê çend xal kirin armanc û danê êvarê li Qamişlo û navçeyên wê hin êrîş pêk hatin.

Jêderên herêmî her wiha dane zanîn ku frokeyên bê mirov ên Tirkiyeyê xaleke kontrolê ya artêşa Sûriyê ya li derdora frokexaneya Qamişloyê û xaleke lii gundê Debana kiriye armanc. Jêderan ragihandin ku di encama van êrîşan de 5 leşkerên rêjîma Sûriyeyê hatine kuştin.

Dewleta Tirk, piştî ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê êrîş bir ser baregehên leşkerî yên wê û 9 leşkerên w^Xe kuştin, êrîşên xwe yên li ser Rojava û binkeyên leşkerî yên PKKê yên li Herêma Kurdistanê zêde kir.

Ji aliyê din ve Dezgeha Sîxuriyê ya Tirkiyeyê (MİT) jî ragihand ku hêzên asmanî yên Tirkiyeyê li Rojava 23 xal hatine armanckirin. MİTê da zanîn ku li Metîna û Garê jî xalên lojîstîk ên PKK bûne armanca frokeyên Tirk.