Eyaleta Qûebec a Kanada ji ber êrîsên Rojava Tirkiye sermezar kir

02 mijdar 2019 01:01
Eyaleta Qûebec a Kanada ji ber êrîsên Rojava Tirkiye sermezar kir

PeyamaKurd - Parlamena Eyaleta Qûebec a Kanadayê li dijî êrîşên Tirkiyê yên bi ser Rojavayê kurdistanê de, pêşnûmayek pejirand.

Di pêşnûmaya li Parlamena Qûebecê hat pejirandin de, êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava hatin şermezarkirin, piştgirî bo gelê Kurd hat dayîn û hat xwestin ku li dijî êrîşan helwest bê nîşandan.

Di wê pêşnûmaya ku bi yekdengî li Parlamena Qûebecê hat qebûlkirin de, bang li civaka navdewletî hat kirin ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yê dewleta Tirk bikevin nav hewldanan, şerê dewam dike rawestînin, ji mafê mirovan re rûmetê nîşan bidin û ji bo çareseriyeke aştiyanerêbazên diyalogê bikar bînin.