Tifaqa Kurdistanî çû serdana HDPê!

04 gulan 2018 17:36
Tifaqa Kurdistanî çû serdana HDPê!

PeyamaKurd- Partiyên Kurdistanî yên ku ji bo hilbijartina 24ê Hezîranê ya Serokomariya Tirkiyê hevkarî kiribûn, HDP ziyaret kirin. Di nava van partiyan de PSK, PAK, Tevgera Azadiyê, KDP Û KDP-T hene.

Hevseroka HDPê Perwîn Buldan, Şaredarê Mêrdînê yê berê Ahmet Tûrk û Hevserokê DTKê Berdan Oztûrk; Tifaqa Kurdistanî pêşwazî kirin.

Berî hevdîtinê Hevseroka HDPê Perwîn Buldan axivî û got ku hilbijartina 24ê Hezîranê hem ji bo gelê Kurd û hem ji bo Tirkiyê pir girîng e. Ev hilbijartin wê pêşeroja Kurdan tayîn bike. Ji ber vê yekê hevdîtina bi partiyên Kurdistanî re, ji bo me gelekî hêja ye. Ji bo Kurdan di pêşerojê de gelek pirsgirêk û talûke hene. Ev civîna me ji bo pêşeroja gelê Kurd gaveke dîrokî ye.

Serokê Giştî yê PSkê Mesût Tek jî axivî û got ku em wekî partiyên Kurdistanî ji bo ku tevgereke rast deynin, ev 3 heyv in ku em dixebitin. Di 2yê Gulanê de me li hev kir û hûrgiliyên yekîtiya xwe eşkere kirin. Me xwest ku em li ser bingeha demokrasî û azadiyê, hevkariya herî berfireh pêk bînin. Em ê van xebatên xwe zêdetir bikin û em hêvî dikin ku di dîrokê de Tifaqa Kurdistanê ya herî berfireh pêk bînin.