Sandek Tifaqa Kurdistanî serdana karkerên Kurd ên rastî êrîsê hatibûn dikin
PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê, şandek ji partiyên siyasî yên nav Tifaqa Kurdistanî, wê îro serdana karkerên 4ê Îlonê li Sakarya rastî êrîşa nijadperestên Tirk hatibûn bikin.
Şand îro di saet 11:00an de, ji bajarê Amedê ve bi rê dikeve û ber bi gundê Kelek ê ser bi bajarokê Şemrexa Mêrdînê ve diçe.
Endamên şandê ji nûnerên Kongreya Civaka Demokratik (KCD), Partiya Herêmên Demkratik (DBP), Berdevka HDPê Ebru Gunay, Birîkara FraksIyona HDPê Meral Bêştaş, Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftîyurek, Partiya Azadî, Partiya Insan û Azadî, Platforma Demokrata Kurd-Bakur, Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Komeleya Şoreşgerên Demokrat a Kurd, pêk tên.
Roja 5ê Îlonê hejmarek karkerên Kurd ên ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê rastî êrîşeke nejadperestên Tirk hatibûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin