Serketina Tifaqa Kurdistanî û HDPê hêviya pêngavên netewî ges kir
PeyamaKurd – Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, HDP li bajarên bakurê Kurdistanê ligel tifaqa Kurdistanî ya partiyên Kurdistanî beşdarî hilbijartinê bû.
7 partî û pêkhatiyên bi navê Tifaqa Kurdistanî beşdarî hilbijartinên herêmî bûn, encamên hilbijartinê li bajarên kurdan wekî serkeftineke destpêkê nirxandin.
Li gor amarên nefermî yên dawî namzedên şaredariyan ên Tevgera Azadî li navçeya Hênê ya Amedê û Partiya Komînîsta Kurdistanê jî li navçeya Xelfetî ya Rihayê bi ser neketin.
Lê belê namzedê Partiya Maf û Mirov li Erxeniya Diyarbekirê, namzedê Platforma Demokratên Kurd ya Sertaç Bucek li Dicleyê û namzedê Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye li navçeya Çinarê bi ser ketin û bûn şaredar.
Herwiha hin namzedên meclîsên şaredariyan ku ji tifaqa Kurdistanî beşdarî kirin jî bi ser ketin.
Nûner û serokê partiyên Kurdistanê ku di nav tifaqê de cî girtine, dibêjin ku ev hilbijartin ji bo yekgirtîbûna gelê Kurd pêngaveke destpêkê ye û li demên pêş hêvî dikin tifaqa Kurdistanê were xurtkirin.
Herwiha partiyên Kurdistanî piştî diyarbûna encamên hilbijartinê destnîşan dikin ku hêvî û daxwaziya avêtina pêngavên netewî bi tifaqa Kurdistanî re geştir bûye û ew çaverê dikin li bakurê Kurdistanê di warê netewî de gavên girîngtir bên avêtin.
HDP li van bajar û bajarokan bi ser ket
Buldan: HDP di hilbijartinan da bi ser ketîye
NYT: Encama hilbijartinên Tirkîyê ji bo Erdogan têkçûneke mezin e

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin