Civîna HDPê û Tifaqa Kurdistanî erênî bû

05 gulan 2018 01:10
Civîna HDPê û Tifaqa Kurdistanî erênî bû

PeyamaKurd - “Tifaqa Hilbijartinê ya Kurdistanî” duh bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve kirin îro bi HDPê re kom bûn.

Serokên partiyan diyar kirin ku dê bi tifaqa wan siyasetek bi hêz û altnernatîf derkeve holê û ev tifaq wê gelek pirsgirêkan çareser bike.

Her pênc partî îro bi Hevseroka HDPê Pervîn Bûldan û Ahmet Turk re civiyan.

Berdevkê Hereketa Azadiyê Ayetullah Aşîtî bo PeyamaKurd diyar kir ku civîna wan a digel HDPê erênî derbas bûye û li bendê ne encameke erênî derkeve.