THYyê hemû seferên Îsraîlê betal kir!
PeyamaKurd – Hat hînbûn ku Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) ji ber operasyonên Îsraîlê yên li Xezeyê heta Adara 2025an, piştî şer bi mehan hemû seferên xwe yên ji bo Tel Avîvê betal kir.
Li gorî berpirsên Balafirxaneya Ben Gurion, ev biryara boykotê ya ji nişka ve ji aliyê Tirkiyê ve, di demekê de ye, ku aloziyên dîplomatîk di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de zêde bûne, rêwiyên ku bilêtên xwe dikirin ketine rewşeke dijwar û bandor li ser bernameya balafirên wan kir.
Tevgera zêdekirina rageşiyê bi Îsraîlê re
Li gorî nûçeyên çapemeniya cîhanê ev pêngava ku helwesta siyasî ya Tirkiyeyê nîşan dide, têkiliyên aloz xirabtir dike, bandorê li rêwîyan dike û tansiyonên jeopolîtîk ên berfireh nîşan dide.
Herwiha tê gotin ku ev biryar îşaret bi xerabûna pêwendiyên dualî ji derveyî balafirvaniyê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin