Îsraîlê plana kuştina du rayedarên Îranê betal kir

26 adar 2026 15:55

Li dû daxwazên Amerîka û Pakîstanê, hikûmeta Îsraîlê, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî û Serokê Meclîsê Mihemed Baqer Qalibaf ji lîsteya xwe ya sûîkastê derxistin.

Îsraîlê plana kuştina du rayedarên Îranê betal kir

RûpelNews - Piştî daxwaza Pakistanê ji Amerîkayê ku Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Arakçî û Serokê Meclîsê Mihemed Baqer Qalibaf nekujin, Îsraîlê jî dev ji kuştina van her du kesin berdaye.

Berpirsekî Pakistanî ji Reutersê re got, “Agahiyên cîh û koordînatên van her du kesan di destê Îsraîliyan de bûn û wan dixwest du rayedarên Îranî bikujin. Me ji Amerîkayê re got ku eger ew bên kuştin, kesek namîne ku pê were axaftin. Li ser vê Amerîkayê ji Îsraîliyan xwest ku plana kuştina wan du kesan were betalkirin."

Pakîstan, Misir û Tirkiye wek navbeynkar di navbera Îran û Amerîkayê de tevdigerin, bi mebesta ku pevçûna bi Îranê re bi dawî bikin.

Çavkanî: Reuters