Li Diyarbekirê hemû seferên balafiran hatin betalkirin
18 berfanbar 2020 22:43
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji ber mija zêde, li bajarê Diyarbekirê yê bakurê Kurdistanê hemû seferên balafirên rêwiyan hatin betalkirin.
Hat diyarkirin ku biryar ji ber zêdebûna mijê û mesafeya dîtinê ya ku bi roj dadikeve heta 20 metreyan û bi şev digihîje heta 5 metreyan hatiye standin.
Doh 17ê Kanûnê jî 4 seferên ji Diyarbekirê û 3 seferên ber bi Diyarbekirê ve yên balafiran hatibûn betalkirin.
Herwiha ji bo ajokaran jî hişyarî hatiye dayîn ku dem çûnûhatinê baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Hemû gestên asmanî li Diyarbekirê hatin rawestandin
25 rbn 2022
Jiyan
Li Balafirxaneya Samê seferên balafiran dîsa hatin rawestandin
23 brf 2024
Jiyan
Iraq | Li Bexdayê hemû seferên asmanî hatin rawestandin
04 brf 2022
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin