Seferên THYyê 5 rojan hatin betalkirin
PeyamaKurd – Rêhewayên Tirkiyeyê (THY) seferên xwe yên ji bo Beyrûtê ji ber zêdebûna êrîşên hewayî yên Îsraîlê yên li ser Lubnanê 5 rojan betal kirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê THYyê ve hat dayîn de hat ragihandin ku ev biryar hat girtin û hat diyarkirin ku ewlehiya rêwiyan armanca wan a sereke ye.
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê zêde bûn, Rêhewayên Tirkiyeyê di navbera 26-30ê Îlonê de hemû seferên xwe yên ji bo Beyrûtê betal kirin.
Demek dirêj bû THY tenê seferên bi roj bo vî welatî dikir. Di dema êrîşên Îsraîlê yên di 23ê Îlonê de destpê kiribûn de THYyê seferên xwe yên ji bo Beyrûtê ji bo demeke kurt betal kir. Hate hînbûn ku ji ber berdewamiya êrîşan dema betalkirina seferan hat dirêjkirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin