Dîlok | Berfê çûnûhatin asteng kir, seferên asmanî hatin betalkirin

23 rêbendan 2022 18:33
Dîlok | Berfê çûnûhatin asteng kir, seferên asmanî hatin betalkirin

PeyamaKurd - Li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê, piştî barîna berfa zêde û şert û mercên xerab ên hewayê hemû geştên asmanî hatin rawestandin.

Li Dîlokê (Entab) îro 23yêê Çileyê 2022yan berfeke zêde bariya û bi destpêkirina berfêre di demek kurt de rêyên nav bajêr  hatin girtin û çûnûhatina welatiyan asteng bû.

Herwiha rêya sereke ya Kîlîs-Dîlokê jî ji ber berf û pûkê ji çûn û hatinê re hatiye girtin û rê ji bo şifêran nayê dayîn ku biçin Dîlokê.

Berfê bandoreke nebaş li geştên asmanî jî kir û ji ber berfa zêde û şert û mercên xerab ên hewayê, hemû geştên asmanî yên li Dîlokê hatin rawestandin.  

Li aliyê din li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê barîna berfê berdewam dike û rêyên bi hezaran gund û navçeyan ji ber berfê hatine girtin ku tê çaverêkirin heta çend rojên din jî bandora berfê û sermayê li Bakurê Kurdistanê dewam bike.