Tasçier: Partiyên Kurdî bi rojeva 'Yekitiya Neteweyî' dicivin
PeyamaKurd - Partiyên kurdî sibe Pêncşemê (05.12.2019) ji bo danûstendinên bi Herêma Kurdistanê re şandekê diyar bikin, bi rojeva 'Yekitiya Neteweyî' dicivin. Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier, bang kir ku bêmerx beşdarî civînê bibin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Kurdên Demokrat ên Şoreşger (DDKD), Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrata Kurdistanê-Bakur (PDK-Bakur), Partiya Mirov û Azadiyê (PÎA), Tevgera Azadî, Partiya Azadî, Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) dê sibê bi rojeva 'yekitiya neteweyî' li Amedê tên gel hev.Tê çaverêkirin ku nûnerên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ku tevlî tifaq û hevdîtinên di navbera partiyê kurd nebûbûn jî tevlî civînê bibin.
Di civîna ku 20 nûnerên partiyên kurd dicivin de dê ji bo diyaloga bi Herêma Kurdistanê re şandek bê diyarkirin û di meha kanûnê de serdana Herêma Kurdistanê bike û û bi partî û saziyên kurdî re hevdîtinan pêk bîne.
Parlamenterê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier, derbarê xebatên beriya civînê ku bi rojan e didomin axivî û diyar kir ku bi partiyên kurd re tim tên cem hev û wiha got:
"Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî nêrîneke hevpar heye. Ji ber rewşa Rojava di dil û mêjiyê gelê Kurd yekitiyeke neteweyî pêk hatiye. Lê di vê mijarê de siyaset hê jî zelal nebûye. Partiyên kurd ên her parçeyên Kurdistanê divê destpêkê di navbera xwe de yekitiyekê pêk bînin û ji bo destkeftiyên gelê kurd bên ba hev. Divê bi bangeke mezin siyaseta kurd li hev rûnê û yekitiya neteweyî ragihîne. Bi vê yekê re daxwazên kurdan ên di rojeva Cîhanê de bîne rojevê û giş bi hev re destnîşan bikin ku mafê jiyanê yê kurdan jî heye."
Kurdan mora xwe li rojeva cîhanê da
Taşçier, bibîr xist ku heta niha bi partiyên kurd re 2 civîn li dar xistine û ev tişt anî ziman: "Rojeva me ya ewil, pêkanîna yekitiya partiyên Kurdî ye. Dê her partî bi nêrînên xwe tevlî civînê bibe. Ji bo parastina destkeftiyên kurdan vebijarkeke din tune ye. Kurdan mora xwe li rojeva Cîhanê daye. Amerîka dibêje kurd, Rûsya û Ewropa jî bi heman rengî. Qala Kurdên kîjan alî bê kirin jî navê partiyan nayê gotin. Navê kurdan tê gotin.
Em çima nebin yek? Divê partiyên kurd bêşert tevlî civîna sibê bibin. Heke daxwaza me ya hevpar, maf û azadiya kurdan be, xalên ku em li serê li hev bikin hene. Li ser vê bingehê em dikarin yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Divê ku raya giştî vê yekê bizanibe. Em ê paşê jî bi rûspiyên civakê re bên cem hev û yekitiya neteweyî nîqaş bikin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin