Tasçier: 70 partî û saziyên Kurdî ji bo Yekitiya Netewî dê li herêma Kurdistanê bicivin

21 mijdar 2019 17:22
Tasçier: 70 partî û saziyên Kurdî ji bo Yekitiya Netewî dê li herêma Kurdistanê bicivin

PeyamaKurd - Parlamenterê HDPê Îmam Taşçier ragihand ku wê 70 nûnerên partî û saziyên Kurdî, ji bo Yekîtiya Netewî, li Herêma Kurdistanê bicivin.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îmam Taşçier ji MAyê re eşkere kir, ji hemû perçeyên Kurdistanê, ji her partî û saziyeke Kurdî nûnerek, bi giştî 70 kes wê di demek nêzîk de li Herêma Kurdistanê ji bo Yekîtiya Netewî bicivin.

Parlementerê HDPê yê Amedê dibêje Taşier, ti partî û aliyekî Kurdî li dijî yekrêziya nav mala Kurdî nîne û ji bo yekîtiya netewî şert û merc guncav in.

Taşçier dibêje, armanca wan ew e, Yekîtiya Netewî veguherînin Kongreya Netewî ya Kurdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Kongreya Neteweyî ya Kurd, cara yekemîn di sala 2013an de li Hewlêrê bi beşdariya 39 partî û rêxistinên ji çar parçeyên Kurdistanê, gavên wê yên destpêkê hatibûn avêtin.