Talîbanê, li sînorê wî welatî tetbîqat kirin!

09 hezîran 2023 19:30
Talîbanê, li sînorê wî welatî tetbîqat kirin!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Hêzên Talîbanê, li parêzgeha Nimrûzê ya li ser sînorê Îranê, bi çekên giran tetbîqatên leşkerî kirin.

Fermandarê Tabura 3. a Nîmrûzê Muhammed Nebî Molla Vurur, ji ajansa nûçeyan a Talîbanê Bahtarê re axivî û li ser tetbîqata leşkerî ya ku li navçeya navendî Zarancê hat lidarxistin de agahî dan.

Nebî ragihand ku ji bo cerebeyên nû ji Talîbanê re bi dest bixin, wan bi alîkariya rahênerên pispor bi bikaranîna çekên giran ên curbecur tetbîqatên leşkerî kirine.

Piştî ku Talîban di Tebaxa 2021ê de ket ser rêveberiya Efxanîstanê, hêzên Talîban û hêzên sînor ên Pakîstan û Îranê car caran şerê çekdarî dikin.