Bilindkirina statuya Celewla û Karatape: Sînorên îdarî yên Xaneqînê teng bûn

05 adar 2026 10:56

Li parêzgeha Diyalayê ya Iraqê, bilindkirina statuya Celewla û Karatapeyê bo asta qezabûnê (Navçe), sînorên îdarî yên Xaneqînê teng kirin. Ev biryar bû sedema nerazîbûna aliyê Kurdî; her wiha di nav hin derdorên Şîe de jî fikarên wekî "zêdebûna nifûsa Ereban a Sune" derxistin pêş.

Bilindkirina statuya Celewla û Karatape: Sînorên îdarî yên Xaneqînê teng bûn

RûpelNews - Pêvajoya ku bi biryara Encûmena Parêzgeha Diyalayê ya di 31ê Kanûna 2024an de dest pê kiribû, pêşî Karatape û piştre jî Celewla statuya qezayê wergirtin. Bi pesendkirinên îdarî yên salên 2025 û 2026an re, nahiyeya Saadiye jî bi Celewlayê ve hat girêdan.

Bi van gavan re, Xaneqînê nahiyeyên Karatape, Cebbara, Celewla û Saadiye ji dest dan. Xaneqîna ku ji sala 1921ê ve qeza ye, ji aliyê îdarî ve bi giranî tenê bi navenda bajêr ve sînordar ma.

Kurd bi fikar in: Li dijî Madeya 140an e

Endama Kurd a Parlamentoya Iraqê Nazik Ehmed, ji bo RûpelNewsê axivî û diyar kir ku ev herêm di çarçoveya Madeya 140an de wekî "herêmên nakokbar" tên naskirin û got: “Li van herêman guhertinên îdarî nayên kirin.”

Li gorî destûrê, li herêmên di çarçoveya Madeya 140an de ne, heta ku qonaxên asayîkirin, serjimêrî û referandumê bi dawî nebin, nabe guhertinên îdarî û demografîk werin kirin.

Endamê  tekaneyê Kurd Ews Îbrahîm di Encûmena Parêzgeha Diyalayê de, da zanîn ku wan ji bo biryara Qetepeyê serî li dadgeha îdarî daye û li benda biryara dawî ya di meha Adarê de ne. Îbrahîm her wiha destnîşan kir ku hewlên hiqûqî ji bo betalkirina biryara Celewlayê jî berdewam dikin.

Li Xaneqînê greva giştî

Di 25ê Sibatê de li navenda Xaneqînê dikan û saziyên giştî hatin girtin. Nûnerên civaka sivîl daxwaza sepandina Madeya 140an û paşvekişandina biryaran kirin. Qaymeqamê Xaneqînê Cewad Feyzullah diyar kir ku sînorên nû gihîştine heta navenda navçeyê û got: “Gund û zeviyên çandiniyê ji Xaneqînê tên qutkirin.”

Şîe jî bi fikar in

Hin çavkaniyên siyasî yên Şîe yên li herêmê diyar kirin ku qezayên nû, bi taybetî li ser xeta sînorê Îranê, dibe ku nifûsa Erebên Sune zêde bikin. Hejmara qezayan li Diyalayê derket 10an; tê nirxandin ku guhertina nexşeya îdarî dikare di demdirêjiyê de bandorê li hevsengiyên siyasî bike.

Çav li Bexda û dadgehê ne

Komîsyona Bilind a Navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê jî, nerazîbûna xwe nîşan da û peyama piştgiriyê da Xaneqînê. Niha hemû çav li biryara dadgehê û gavên ku Bexda dê biavêje ne. Ev nîqaş tenê bi Xaneqînê ve sînordar namîne; dibe ku ji bo herêmên din ên nakokbar ên xwedî heman statuyê bibe mînak.