Serokê MHPê daxwaza statuya Ocalan kir
Serokê MHPê Devlet Bahçeli ji bo statuya Abdullah Ocalan ê rêberê PKK navê "Koordînatorê Pêvajoya Aştî û Siyasî" pêşniyar kir.
RûpelNews - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli, li Parlamentoya Tirkiyeyê li er proseya aştiyê axivî û ji bo rêberê PKKê Abdullah Ocalan 'statuyek' pêşniyar kir.
Bahçeli got, "Ez pêşniyar dikim ku navê vê 'Koordînatorê Pêvajoya Aştî û Siyasî' be. Lêbelê, bê guman alternatîfên din jî dikarin bên amadekirin. Hêviya me ew e ku serokatiya damezrîner a PKKê di çarçoveyeke diyarkirî de bixebite."
"Dor dora xebatên yasayî û siyasî ne"
Serokê MHPê bal kişand ser girîngiya xebatên yasayî û li ser vê mijarê jî wiha axivî: Di dorê de niha xebatên siyasî û hiqûqî hene. Li parlamentoyê bi lez xebatên yasayî dê bên amadekirin. Ji her partiyên siyasî pêşniyazên dê bên kirin wê werin nirxandin."
