Îran li sînorên Kurdistanê tetbîqata leskerî dide destpêkirin

01 cotmeh 2021 00:00
Îran li sînorên Kurdistanê tetbîqata leskerî dide destpêkirin

PeyamaKurd – Artêşa rejîma Îranê sibê li deverên sînorî yên li parêzgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê (dikeve ser Başûr û Bakurê Kurdistanê) dest bi tetbîqata leşkerî dike.

Fermandarê hêza bejahî ya artêşa Îranê, Kîyomers Heyderî ragihandiye ku ew ê sibê 1ê Cotmehê li herêmên “bakurê rojava” yê welat dest bi tetbîqateke leşkerî bikin.

Fermandarê Îranî bêyî ku dema birêveçûna wê bêje daye xuyakirin, wê di manewraya leşkerî de ji tevahiya yekîneyên artêşê beşdar bibin.

Hêjayî gotinê ye, ew devera ku ji bo pêkanîna tetbîqatê behas wê tê kirin, hem dikeve sînorê Herêma Kurdistanê hem jî beşek jî dikeve sînorê Bakurê Kurdistanê.