Îranê li Tengava Hurmuzê dest bi tetbîqata leskerî kir!
PeyamaKurd – Li gor nûçeya Ajansa Tesnîmê ya Îranê, hat diyarkirin ku artêşa Îranê li herêma Caskê ya di navbera rojhilatê Tengava Hurmuzê û bakurê Okyanûsa Hindê de tetbîqata leşkerî da destpêkirin.
Alîkarê Kordînatorê Artêşa Îranê Oralmîral Hebîbullah Seyyarî daxuyaniyek da û diyar kir ku tetbîqata bi navê "Zulfikar 1401" şeva borî bi beşdariya yekîneyên cuda yên artêşê destpê kir.
Rayedarê leşkerî yê Îranê Seyyarî diyar kir, tetbîqat wê li herêma Caskê ya di navbera rojhilatê Tengava Hurmuzê û bakurê Okyanûsa Hindê de bê lidarxistin.
Seyyarî destnîşan kir, tetbîqata li Bosforê beşeke ji perwerdehiya pratîkî ya ku di salnameya salane ya ji bo pêşxistina şiyana şer a artêşê de cih digire, eşkere kir, ev manor wê ji aliyê balafirên şer û bombebarên stratejîk ên Hêza Hewayî jî were piştgirîkirin.
Hebîbullah Seyyarî tekez kir, di nav armancên tetbîqata ku bi beşdariya hêzên esmanî, bejahî û deryayî hat lidarxistin de, "başkirina şiyana pêkanîna operasyonan li hawîrdorên taybet, di nav de jîngehên ku bi ajanên kîmyewî, mîkrobîyayî û navokî, şerê elektronîkî û şert û mercên nebaş ên hewayê gemarî" hene.
Seyyarî da zanîn, Îran wê bi balefirên bêmirov jî "operasyonên komkirina agahî û keşfê li dijî hêzên dijmin" pêk bîne. Seyyarî herwiha agahî neda wê tetbîqat kengî bi dawî bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin