Talîbanê berî kontrokirina Kabûlê daxuyanî da: Hemû kesên xizmeta hikûmetê kirine hatin efûkirin!

15 tebax 2021 17:51
Talîbanê berî kontrokirina Kabûlê daxuyanî da: Hemû kesên xizmeta hikûmetê kirine hatin efûkirin!

PeyamaKurd – Tevgera Talîban a Afganistanê ku îro Yekşemê di pêşveçûna xwe ya leşkerî de, gihîştiye ber deriyê paytext Kabûlê ku di bin kontrola hikûmetê de ye, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî zanyariyan çekdarên Talîbanê ji taxên dorûbera Kabûlê ve ketine bajêr ku navenda dawî ya Afganistanê ya hîn Talîbanê kontrola wê ranegihandiye ye.

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd piştî nûçeyên ku çekdarên wan ketina Kabûlê li ser navê 'Emîrtiya Îslamê' daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew ji ber zêdebûna nifûsê naxwazin bi şer Kabûlê bistînin û ew dê ji bo radestkirina bajêr bijardeya mizakereyan hilbijêrin.

Berdevkê Talîbanê ji çekdarên xwe jî daxwaz kir ku tenê li dergehên ketina bajêr rawestin û li benda fermanê bimînin.

Zabîhullah herwiha got, ew dê tolhildanê nekin û hemû kesên sivîl û leşkerî xizmeta hikûmeta Kabûlê kirine jî hatine efûkirin.